Partiya Se`adetê ya Tirkiyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

ِAltan Tan: Partiya Se`adetê soza mikurhatinê li mafên Kurdên Bakurê Kurdistanê dide û ji xwendingehên seretayî heya zanîngehan, wê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê Partiya Se`adetê ya Tirkiyê ji bo Perlemana wî welatî (Altan Tan) ragihand, ku Partiya Se`adetê soza mikurhatinê li mafên Kurdên Bakurê Kurdistanê dide û ji xwendingehên seretayî heya zanîngehan, wê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ew li mafê xwerêvebirinê ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê mikur tên.

Herwiha Altan Tan diyar kir, ku heger ew li Tirkiyê bibin desthilatdar, ewê rêzê li daxwaza serxwebûnê ya Kurdên Başûrê Kurdistanê bigirin û ew amade ne ku li gel Hewlêrê pêwendiyên baş ava bikin.

Altan Tan du caran li ser lîsta HDPê bibû perlementer. Lê di dema dawî de wî dev ji HDPê berda û tevlî Partiya Se`adetê bû.

Li ser biryara wî ya cudabûnê ji HDPê Altan Tan diyar kir, ku Çepgir û Kemalîstên Tirkiyê desthilt di nav HDPê de wergirtine, lewra wî biryar da ku dev ji HDPê berde.

N.O