Hevpeymaniya li dijî DAIŞê bingeha Şedadê ya başûrê Hesekê fireh dike

Piştî firehkirina bingehê, wê hêzên Hevpeymanan li wê navçeyê, li gel Hêzên Sûrya Demokrat, dest bi qunaxa sêyemîn a derxistina DAIŞê ji biyabana Dêra Zorê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, nêzîkî 150 kemyon ku serbaz, çek û alavên serbazî têde bûn, derbasî firîngeha Şedadê bûn.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî, armanca derbaskirina wî kerwanî, firehkirina bingeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li wê navçeyê ye.

Herwiha Çavdêrgehê diyar kir, ku piştî firehkirina bingehê, wê hêzên Hevpeymanan li wê navçeyê, li gel Hêzên Sûrya Demokrat, dest bi qunaxa sêyemîn a derxistina DAIŞê ji biyabana Dêra Zorê bikin.

Di 10ê Tîrmeha sala derbasbûyî de, hêza dijber a Sûriyê ku xwe bi navê (Artêşa Mexawîrên Şoreşê) dide naskirin, ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî mercên wan erê kiriye daku bingeha serbazî li bajarokê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve, ava bike.

Artêşa Mexawîrên Şoreşê diyar kir, ku wan ji Hevpeymaniyê xwestin, alîkariyên rasterê werbigirin û hêza wan ser bi xwe be û ti desthilata HSDê yan hêzeke din li ser wan tine be, lê piştî çend mehan, Hevpeymaniyê rola hêza navhatî bidawî anî.

N.O