Nêçîrvan Barzanî: Guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser çend pirsan dest pê kir û çend komît ji her du aliyan pêk hatin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser çend pirsan dest pê kir û çend komît ji her du aliyan pêk hatin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevayî de amaje bi guftûgoyên di navbera şanda hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de kir û got: “Ew guftûgo bi destpêkeke baş dizanin ji bo pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûrê bêne çareserkirin û pêwendiyên me ligel asayî bibin.”

Herwiha got: “Biryar e di civîn berdewam bin. Li ser pirsa firokxaneyan û çend pirsên yê girêdayî bi Wezareta Navxwe guftûgo çê bû û bi başî jî dinirxînin.”

Herwiha got: “Lîsta mûçeya karmendên tenduristî û perwerde me şandine Bexdayê û îro li ser wê babetê li Bexdayê civîn heye.”

Derbarê vekişîna Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji hikûmeta got, dema wê biryarê ji herêma Kurdistanê û ne ji xelkê Kurdistanê re ne guncaw bû.

Li ser pirsa, ku Serokê Fransayê dixwaze hevdîtinekê di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de bike, Nêçîrvan Barzanî got: “Agahdariya min ji babetê nîn e, lê beşdarî Lûtkeya Davosê dibim û di perawîzê de hevdîtin û civînên me yên cuda çê dibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand jî, pêwendiyên wan ligel Îran û Tirkiyê ji hev cuda ne û niha ji yên berî mehekê baştir in.

Derbarê vekirina firokxaneyan de, Nêçîrvan Barzanî got: “Ti pirsgirêkek li pêş vekirina firokxaneyan nemaye û tenê maye biryareke siyasî ji Bexdayê derkeve.”