Civîna hikûmetê bi serokên fraksiyonên parlemantoyê re hat paşxistin

Biryar bû îro civîna di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokên fraksiyonên di parlemantoya Kurdistanê û parlemantoya Iraqê bihata girêdan, lê civîn ji bo demeke ne diyar hate paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar bû îro civîna di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokên fraksiyonên di parlemantoya Kurdistanê û parlemantoya Iraqê bihata girêdan, lê civîn ji bo demeke ne diyar hate paşxistin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, ji ber amadenebûna serokê fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê, civîn hat paşxistin.

Peyamnêrê K24ê ragihand jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewl dabû ji bo beşdariya her du fraksiyonan, lê wan berî demekê ragihandin ku ew beşdarî civînê nabin.

Serokê firakisyona Partiya Dîmokrat a Kurdistanê Umêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand: Biryar e di wê civînê de pêwendiyên di navbera partiyên siyasî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bên gotûbêjkirin.