Astronawtê Japonî li esman 9 cm dirêjtir bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor nûçeya BBC astronawtê Japonî Norishige Kanai, ku sê hefteyan li rawêstgeha esmanî ya navneteweyî (UUI) mayî, di van sê hefteyan de 9 cm yan dirêjtir bû.
Di account a xwe ya twitterê de Kanai nivîsandiye ku, “Rojbaş, nûçeyek min a girîng heye. Piştî ku ez sê hefteyan li rawêstgeha esmanî ya navneteweyî mam û pîvanên me hatin kirin, wekî darekê ez 9 cm yan dirêjtir bûm e…”
Zanyar vê rûdanê bi wê ve girêdidin ku, li esman kişan a erdî nîn e û laşê mirov di rewşek cudatir a hewayî de ye”.