Kerkûk.. Çekdarên Heşda Şeibî nivîsgeha komisyona hilbijartinan dorpêç kirine

Rêvebirê Nivîsgeha Komisyona Bilind a Hilbijartinan li bajarê Kerkûkê Ebdilbasit Derwîş ji malpera “Alghadpress” re ragihand, hejmarek ji çekdarên nenaskirî nivîsgeha komisyonê dorpêç kirine û gefan li lê dixwin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ebdilbasit Derwîş daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, destêwerdana rewşê bikin, da ku ew rewş ji kontrolê dernekeve.

Di wê derbarê de malpera “Baghdadtoday” belav kir, ew çekdar alîgirên lîsta Fetih a ser bi Serkirdeyên rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Hadî Amirî ne.

Wê malperê ji jêderekî agahdar belav kiriye, piştî girtina sindoqên dengdanê li bajarê Kerkûkê, çekdarên ser bi Hadî Amirî ve nivîsgeha hilbijartinan dorpêç kirine û daxwaz ji karmendan dikin ku dengan bi dest bêjmêrên, ne ku bi sîstema eliktironî.

Wê jêderî ku nexwastiye navî wî aşkere bibe gotiye, çedarên lîsta Fetih gef li wan karmendên komisyonê dixwin, heger pabendî daxwaza wan nebin, dê encamên xirab derkevin.

Îro demjimêr 18:00 sindoqên dengdanê li seranserî Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve hatin girtin û proseya dengdanê bi sîstema eliktironî bi rê ve çûbû.