Kurdistan Li Tirbespiyê du welatî hatin revandin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Istixbarata PYDê endamekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û kesekî din ve ji Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê direvînin.

Ibrahîm Ferho ji gundê Tenûriyê yê girêdayî bajarokê Tirbespiyê ji K24ê re got: “Du otomobîlên nenas li ber deriyê mala me rawestîn û birayê min yê bi navê Mihemd Elî ku endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye, û mêvanekî me ve girtin û birin.”

Ibrahîm Ferho amaje kir, sê kes ji otomobîlan daketin û çavên birayê wî girtin û bêyê ku xwe bidin nasîn, yan jî sedema girtina wî diyar bikin, ew ji malê birin.

Herwiha Ibrahîm Ferho got: “Li gor zanyariyên, ew kesê hatine ji istixbaratê PYDê bûn û birayê min birin Qamişlo. Em jî dixwazin bizanin çima birayê min girtine.”