Şerekî giran gefê li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn dixwe

“Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn berve şerekî mezin gavan davêje” di bin vê navnîşanê de Alexander Charkovsky gotarek di rojnameya Nezavisimaya Gazeta a Rûsî de belav kiriye û tê de behsa derketina şer ligel Îranê û giranî û astengiyên li pêş helwesta Rûsyayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

“Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn berve şerekî mezin gavan davêje” di bin vê navnîşanê de Alexander Charkovsky gotarek di rojnameya Nezavisimaya Gazeta a Rûsî de belav kiriye û tê de behsa derketina şer ligel Îranê û giranî û astengiyên li pêş helwesta Rûsyayê dike.

Di gotarê de Alexander Charkovsky nivîsiye, hewalgîriya Îsraîlê amaje bi wê daye ku artêşa Îranê naxwaze ji Sûriyê derkeve, efser û mîlîşyayên Şîe di binekeyan de ji bo demên dirêj li navçeyên derdora Şamê belav kirine, ku tenê 30 K.M ji sînorê Îsraîlê dûr in, ji ber wê dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê dibêjin, ew mîlîşyayên Şîe beşdarî şer bûne û derbasî nava rêzên artêşa Sûriyê bûne, Tileviv jî wê yekê bi gefeke rasterast li ser ewlehiya dewleta xwe dizane.

Bi wê boneyê Charkovsky dibêje: “Di wê çarçovê de Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman di vê dawiyê de hejmarek ji daxuyaniyan dane, ku du ravekirinan jî hilnagirin û got: Erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bidawî bûye, lê îro ji her rojekê zêdetir pêwîstî bi dirusbûna hevpeymaniyekê li dijî Îranê heye, ji ber ku Îranê piştevan û alîgira sereke ya terorê ye.”

Di dirêjahiya gotarê de Charkovsky dibêje: “Bi pileyeke bilind bawer bûne û dikarin bibêjin, şerê hevbeş yê li dijî Îranê, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn digire ber, dibe bigihe navçeyên derdora wê jî. Şerekî mezhebî yê vekirî di navbera Sune û Şîe derkeve, welatên rojava û Îsraîl jî piştevaniya Sune bikin. Heger hat û hevpeymaniyek di navbera welatên neyarên Îranê dirust bibe, wê demê hemû welatên di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka endam in, diçin nava wê hevpeymaniya nû.”

Lê li gor nêrîna nivîserê gotarê, Hizbulah û Şam wek du hevpeymanên dilsoz yên Îranê dimînin. Wê demê Rûsya jî xwe li ber du bijardeyan dibîne, yan tevlî nava şerê nû yê tund bibe û gefa ziyaneke mezin jê bibe, ku ji Moskoyê re dê ne demkî be, yan jî Rûsya pêwendiyên xwe ligel Şam û Taranê bibire û bi hêminî çavdêriya rewşê bike, ta bizane çi rû dide.”