Îran gefa berdewamkirina tîrkirina Uranium

Elî Şemxanî gef li welatên Ewropa kir û got: Heger mercên me neyên bicîkirin, em bi temamî amade ne li qunaxa berî rêketina etomî vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê Encûmena Ewlehiya Netewî ya Îran Elî Şemxanî di dema civîna xwe de li gel wezîrê derve yê Birîtanya Jeremy Hunt li Taranê, hişyarî da welatên Ewropa, ku pêwîst e pêbendî sozên xwe bin.

Elî Şemxanî gef li welatên Ewropa kir û got: Heger mercên me neyên bicîkirin, em bi temamî amade ne li qunaxa berî rêketina etomî vegerin.

Piştî serdana Wezîrê Derve yê Birîtanya ji Taranê re, nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Karûbarên Îranê Brian Hook, hişyarî da welatên Ewropa, ji berdewamkirina pêwendiyên bazirganî li gel Îranê û ragihand, ku her welatek hevkariyê bi Îranê re bike, ew welat li nav axa xwe piştevaniya terorîzmê dike.

Hook got jî: Amerîka bi hûrî çavdêriya pêbendiya welatan bi dorpêça li ser Îranê dike û her welatek yasayên dorpêçan binpê bike, wê ji aliyê Amerîka ve bê sizadan.

N.O