Piştî serok Barzanî ber bi hewara xelkê gundê Pelkane cûy, arîşeyê wan hat çareserkirin
K24- Hewlêr
Piştî girjî û alozîyên gundê Pelkane û duristbûna nakokîyan li ser zevîyên çandinê, hevelatîyên deverê daxwaz ji serok Barzanî kirin ku ber bi hewara wan ve biçe û arîşeyên wan çareser bike.
Kurmanc Ebdûllah, berpirsê liqa 23ê yê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) bi Kurdistan 24 ragehand: Piştî tedexola serok Mesûd Barzanî rewşa gundê Pelkane hat çareserkirin.
Got jî: Ew hevwelatîyên Kurd ewên hatibûn girtin ji alîyê hêzên Îraqî ve hatin azadkirin û vegerîyan nav kesûkarên xwe.
Xuya jî kir, evro hevwelatîyên gundê Pelkane daxwaz ji serok Barzanî kirin ku ber bi hewara wan biçe û arîşeya wan çareser bike.