Egera bicihkirina rêkeftina Tirkî – Rûsî li ser Til Rifatê zêde dibe

Tevî ku ta nuha rêkeftina bajarokê Til Rifet bi fermî nehatiye eşkerekirin, lê guhertinên li ser zemînê dibin, nîşan didin ku beramberî kontrolkirina bajarê Idlib ji aliyê Rûsiyayê ve, bajarokê Til Rifet dê radestî Tirkiyê bibe. Aliyên siyasî yên Kurdî jî metirsîdar in û dozê ji civaka navdewletî dikin ku bêdeng nemîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Tevî ku ta nuha rêkeftina bajarokê Til Rifet bi fermî nehatiye eşkerekirin, lê guhertinên li ser zemînê dibin, nîşan didin ku beramberî kontrolkirina bajarê Idlibê ji aliyê Rûsiyayê ve, bajarokê Til Rifet dê radestî Tirkiyê bibe. Aliyên siyasî yên Kurdî jî metirsîdar in û dozê ji civaka navdewletî dikin ku bêdeng nemîne.

Digel berdewamiya bêdengiyê derbarê hûrbîniyên rêkeftina ku li ser bajarokê Til Rifet tê amadekirin de, egerên bicîkirina vê rêkeftinê di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê de zêdetir dibin, nemaze ku li gorî Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan, artêşa Rûsiyayê çekên xwe yê giran ji wê deverê kişandine, di demekê de ku ta nuha hikûmeta Sûriyê bêdeng maye. Hin siyasetmedar eşkere dikin ku bêdengiya Sûriyê erêkirina li ser destwerdana Tirkiyê ye û dibînin ku pêwîst e civaka navdewletê bêdeng nemîne nemaze Amerîka.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat a Kurd Salih Gedo li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Divê roleke Amerîkî jî di pirsê de hebe, rast e Amerîkî li rojavayê Firatê tune ne, lê ev yek nayê wateya ku tiştekî nekin. Ez dibînim ku divê Amerîkî û Ewropî fişarekê li Rûsyayê bikin, da ku Rûsya vê rêkeftinê bi Tirkiyê re nebe serî û aliyên Kurdî li Til Rifatê de bimînin.”

Li gorî rêkeftinê bajarokê Til Rifet, dê ji aliyê TIrkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve bê kontrolkirin û Tirkiyê jî dê hin deverên Idlibê radestî artêşa Rûsiyayê bike û ev yek li gorî hin siyasetmedarên Kurd metirsiyeke mezin li ser neşteciyên herêmê peyda dike û nemaze Kurd û dibînin ku pêwîst e tevgera siyasî ya Kurdî li beramberî vê yekê helwestên eşkere bidin û yekrêz bin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Faris Usman dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye armanc û berjewendiyên Amerîka bicih bîne, dê pişta xwe bide me, ji ber wê jî gava yekemîn ji me tê xwastin ew e ku Kurd çawa nêzîkî hev bibin. Heger em Kurd yek bin, emê karibin li dijî berjewendiyên Tirkiyê û dostên wê de rawest in. Heger em ne yek bin, dê me bibin yek bi yek, ji ber wê jî em gelekî metirsîdar in.”

Ji destpêka sala 2016an ve hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Til Rifet kontrol dike û piştî şerê Efrînê jî bi hezarên xelkên Efrînê lê bicî dibin û tevî daxuyaniyê rayedarên Tirkiyê ku vegera xelkên Efrînê yek ji armancên wan e, lê aliyên siyasî li ser wê yekê hevnerîn in ku metirsiya herî mezin dê li ser awareyên Efrînê be, ku li wê deverê bicî dibin.