Diyarbekir bi fotoyên 100 sal berê û yên niha hat hevrûkirin

Li Qonaxa Cemîl Paşa ya Diyarbekirê, pêşangeha fotoyan hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Qonaxa Cemîl Paşa ya Diyarbekirê, pêşangeha fotoyan hat lidarxistin. Taybetiya pêşangehê jî ew bû ku fotoyên geştiyarên gerok 100 sal berê kişandine; heman foto piştî 100 salan hatine kişandin û cudahiyên ku di nav 100 salan de li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê çê bûne, ji bo beşdaran hatin pêşkêşkirin. Li gorî berpirsiyarên projeyê didin zanîn; ev xebat rastî eleqeyeke baş hatiye û dê projeyên bi vî rengî bidomin.

Li Qonaxa dîrokî ya Cemîl Paşa; pêşangeheke ku dîroka Diyarbekirê radixe ber çavan, hat pêşandan. Xebatên pêşangehê; bi navê "Di Şopa Seyyahî" de ji bo hezkiriyên Diyarbekirê hatin pêşkêşkirin. Seyyah, ango gerokên ku ji vir û 100 sal berê rêya wan ketiye Diyarbekirê, sûr û bedenên bajêr bi fotoyên ku kişandine, li cîhanê belav kirine. Ji wan fotoyên gerokan, 42 foto hatine hilbijartin û ji aliyê fotokêşên ciwan ve piştî 100 salan li heman cihan, heman foto hatine kişandin. Gerînendeyê Qonaxa Cemîl Paşa Ercan Alpay dide zanîn ku ev xebat li ser daxwaza projeyekê hat kirin û encamên wê jî bûn sedem ku xebatên  bi vî rengî berdewam bikin.

Gerînendeyê Qonaxa Cemîl Paşa Ercan Alpay ji K24ê re got:"Di nav sedsalan de zemanê berê gelek gerok hatine Diyarbekirê, fotoyên Diyarbekirê kişandine, nîgarên Diyarbekirê xêz kirine, dema nîgarxêz ligel wan tunebûne, tenê navê Diyarbekirê nivîsandine. Her dem eleqeya gerokên Ewropayê li ser Diyarbekirê hebûye. Ango em niha bibêjin her der ji destê me çû, ev tiştekî şaş e, Mizgefta Mezin, Keliha Navîn, ev der gelek baş hatine parastin."

Di nav 42 fotoyên ku hatine hilbijartin de şûnwarên navdar ango ji sûran heta dêr û mizgeftan; hemû nirxên aîdê 33 şaristaniyan cihê xwe digirin. Beşdarên pêşangehê jî bi baldarî li cudahiyên navbera fotoyan dinihêrin û hewil didin ku rihê jiyana wê serdemê û serdema niha hevrûyî hev bikin. Di projeya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de hat rêvebirin de kişandina heman fotoyan 8 mehan dewam kiriye. Fotokêşê ku fotoyên gerokan dubare kiriye, Xelîl Aygun e. Li gorî Aygun dibêje; wan di dema kişandina fotoyan de dîtiye ku hin şûnwar baş hatine parastin lê hîn ji wan zêdetir rûxiyane.

Wênegir Xelîl Aygun dibêje: "Di navbera duh û îro de çi ferq hene? Di dîmenên ku me li der û dorên navçeya Sûrê kişandine de dema ku em çûn heman cihî ku em foto bikişînin, hemû bûbûn înşaat ango cudahî çê bûbûn û ew der bûbûn cihekî din. Ji ber vê jî me yek bi yek li heman cihî nekişandin, me hinekan li cihên cuda kişandin."

Di hin fotoyan de mirov bala xwe didê ku li pişt bedenan dar û daristan hene; lê dema mirov bi fotoyê nû re hevrû dike, mirov dibîne ku xaniyên beton cihê dar û daristanan girtine. Gerokên ku bi tomarkirina fotoyan, Diyarbekira 100 sal berê veguhestine îro, piraniya wan biyanî bûne.