"Hikûmeta Iraqî û ya Kurdistanê mijûlî gotûbêjkirina doseya petrolê ne"
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî ragihand, hikûmeta îtîhadî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di derbarê doseya petrolê di pêwendiyan de ye û tîmek taybet niha mijûlî gengeşekirna vê mijarê ye.
Hedîsî di daxuyaniyekê de ji bo malpera El-Xed prees re got: "Di dema derbasbûyî de danûstandin li gel Herêma Kurdistanê teknîkî û meydanî bûn, taybet bûn bi operasyonên ewlekarî û ji niha ve hatine rawestandin."
Ew yek jî eşkere kir, ku ji niha û pêve danûstandin wê di warên petrolê de bên kirin û tîmeke pispor mijûlî pêdaçûnê ye.
Navhatî zelal kir, pêşketina danûstandinên meydanî di warê teknîkî û ewlekarî de, deriyê danûstandinan ji bo pirsên siyasî yên berifreh li gel Herêma kurdistanê vekin.