Kompanyakaniyên Rûsî bê pirsgirêk li Herêma Kurdistanê kar dikin

Du pirojeyên kompanya Gazprom li ser axa Herêma Kurdistan li navçeyên Şakel û Germyan hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê enerciya Rûsî Alksander Novak ragihand, Bexdayê ti astengiyek ji bo karkirina kompaniyên Gazprom û Lok Oil li Herêma Kurdistanê çênekiriye.

Alksander Novak diyar kir, ku du pirojeyên kompanya Gazprom li ser axa Herêma Kurdistan li navçeyên Şakel û Germyan hene.

Got jî: "Wê kompaniyê ji demekê derêj ve berî çêbûna nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dest bi bicîkirina pirojeyên xwe kiriye."

Novak zelal kir, ku karên kompaniyê ti ziyan û kêşeyan ji hikûmeta Iraqê re çênakin.