Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

PSK: Li hember bêdadî û gefxwarinê dengê xwe bilind bikin

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

PSK: Li hember bêdadî û gefxwarinê dengê xwe bilind bikin
PSK Selahadîn Demirtaş DMME AK Partî MHP

PSK: Li hember bêdadî û gefxwarinê dengê xwe bilind bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di daxuyaniyekê de piştgiriya xebata Selahadîn Demirtaş a huquqî dike û daxwaz ji hêzên hestyar dike, ku dengê xwe bilind bikin.

Di beşek din a daxuyaniya PSKê de hat: “Em êrîş û gefxwarina MHP bo ser ronakbîr, nivîskar û hunermendan mahkûm dikin. Em li hember êrîşên hanê piştgiriya wan dikin û ji hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat dixwazin, ku dengê xwe bilind bikin û piştgirî camêrên hanê bin. Berpirsê her êrîşek bo ser merivên hanê, MHP û şirîkê wê AK partî ye.”

Daxuyaniya PSKê:

Dadgeha Mafê Mirov a Ewropa (DMME) biryar dabû, ku Selahaddîn Demirtaş bê berdan. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî derbareyê biryara DMME gotibû, ku “Em pabendî biryara hanê nabin, li hember vê biryarê em jî bizav bikin vê dawiyê vê meseleye binin.”

Hêşta sê hefte li ser axaftina Erdogan derbas nebibû, dadigeheka bilind a Îstanbulê, biryarê, ku berê derheqa Demîrtaş û S.S: Onder hatibû dayin tasdiq kîr û bi vî awayî “dawî li meseleyê hanê anî.”

Bûyera hanê destnişan dike, ku li Tirkiyê, sîstema dadî di xizmeta deshilata siyasî da ye û bi gor daxwaz û desturên vê biryar dide. Ev yêka hanê her usa nişan dide, ku Tirkiyê bi lez û bezî ber bi asoyekê reş ve diçe, bê dadî û neheqiyê bi ser vê welatê da digre.

Endamên din yên Îttfaka Cumhurê Partiye Bizava Nasyonalist-MHP, êrîşeka tund dike li ser hinek ronakbîr û nivîskar û hunermend, ku berê çend salan bi desturê hikumeta AK Partî di Guruba Merîvên Aqilmend” da cî girtî bûn û bona çareser kirina pirsa Kurd hewl dabûn.

MHP merîvên hanê wekî dijmin nişan dide û gefa wan dixwe û dibêje, ku “çavê me li ser ve ye” û bi vî awayî wana dike hedef bo êrîşên hêzên tarî, faşîst û nijadperest.  Serokkomar Erdogan û partiya wî jî derbareyê êrîş û gefxwarina hanê yên şirîkê xwe bê deng e.

Bûyer û pêşhatiyên yek-du rojên dawî nişan dide, ku Tirkiyê bi lez û bez ber bi îdereya taqekesî ve diçe. Nişan dide, ku hikumeta AK Partî malvîranî, kavîlbûne nabine û guhê xwe nade daxwazên aşitîxwazan û dixwaze pirsa Kurd bi kurtir û berbelavtir kirina tundutijiyê va çareser bike.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, piştgiriya xebata Selahaddîn Demirtaş a huquqî dike û daxwaz ji hêzên hestyar dike, ku dengê xwe bilind bikin.

Em êrîş û gefxwarina MHP bo ser ronakbîr, nivîskar û hunermendan mahkûm dikin.

Em li hember êrîşên hanê piştgiriya wan dikin û ji hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat dixwazin, ku dengê xwe bilind bikin û piştgirî camêrên hanê bin.

Berpirsê her êrîşek bo ser merivên hanê, MHP û şirîkê wê AK partî ye.

5. 12. 2018

Partiya Sosyalîst A Kurdistan

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Heftiya Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Meha Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)