Salih Mislim: Tirkiye bi çekên Ewropî êrîşî Efrînê dike

Endamê Komîta Dîplomasî yê TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, dewleta Tirkiyê peymanên Netewên Yekgirtî û NATOyê binpê dike û bi çekên Ewropî xelkê Efrînê dikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplomasî yê TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, dewleta Tirkiyê peymanên Netewên Yekgirtî û NATOyê binpê dike û bi çekên Ewropî xelkê Efrînê dikuje.

Endamê Komîta Dîplomasî yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim li Hollandayê di kombûnekê de li ser êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê axivî û got, Tirkiye dixwaze Efrînê ji destê Kurdan bigire û radestî teroristan bike, vê yekê jî bi çekên Ewropî û tankên Almanî dike.

Got jî, Tirkiye li Efrînê peymanên NATO û Netewên Yekgirtî bin pê dike.

Salih Mislim amaje bi wê jî kir, ew li Efrînê ewlehiya mirovahiyê û Ewropayê diparêzin. Divê Ewropa jî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve li ser Efrînê îro di roja 51emîn de berdewam e. Li gor dawî amarên Encûmena Tendurstiyê ya Efrînê di êrîşa Tirkiyê de ta niha zêdetir ji 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û 668 sivîlên din jî birîndar bûne.

 

S. B