Erdogan: Emê referandumê bikin

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ji bo yekalîkirina pirsa tevlîbûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa, ewê referandumê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ji bo yekalîkirina pirsa tevlîbûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa, ewê referandumê bikin.

Receb Teyib Erdogan dilgiraniya xwe beramberî siyaseta dijatîkirina Misilmanan ji aliyê Ewropiyan ve da xuyakirin û got: Heger danûstendin li gel Yekîtiya Ewropa bi vî awayî be, emê referandumê bikin û heger em bibin endam di wê Yekîtiyê de, emê gellek tiştan pêşkêş bikin.

Herwiha got: Em di sala 2018an de ne, lê hîn jî em li bendî çûna nav Yekîtiya Ewropa ne.

Erdogan tekez kir, ku hin welatên endam di Yekîtiya Ewropa de, dijatiya Misilmanan dikin, lewra bi wan nexweş e, ku welatekî Misilman tevlî Yîkîtiya wan bibe.

N.O