“Îmze ji bo lêpirsînê li gel serokê Iraqê tên komkirin.”

Niyazî Mimar Oxlû ragihand: “Niha gotûbêj tên kirin, ji bo komkirina îmzeyan, daku lêpirsîn li gel serokê Iraqê Fûad Meisûm bê kirin

K24- Navenda Nûçeyan

Biryarderê perlemana Iraqê Niyazî Mimar Oxlû ragihand: “Niha gotûbêj tên kirin, ji bo komkirina îmzeyan, daku lêpirsîn li gel serokê Iraqê Fûad Meisûm bê kirin, ji ber piştevaniya wî ji pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê re.”

Roja pêncşemê 14/9/2017 biryarderê perlemana Iraqê di hevpeyvînekê de li gel televîzyoneke Iraqî got: “Serokkomar, serokê hemû Iraqiyan e û li ser vê yekê sûnd xwariye, niha em gotûbêjan li ser komkirina îmzeyan dikin, daku lêpirsînê li gel wî bikin, ji ber ku gelên Iraqê dixwazin helwesta serokkomarê xwe li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê bibînin.”