Elî Şemxanî: Amerîka newêre êrîşî Îranê bike

Şemxanî: Siyaseta Îranê siyaseta rûbirûbûn û bergiriyê ye û Amerîka newêrê êrîşî me bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê Civata Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand, ku Amerîka newêre êrîşî welatê wî bike.

Elî Şemxanî derbarê ragihandina stiratîjiya nû ya Amerîka ya derbarê Îranê got: Ew stiratîjî ne tiştekî nû ye û ew yek ji karvedanên şikestina pîlanên Amerîka yên li dijî Îranê ye.

Herwiha Şemxanî behsa karînên welatê xwe kir û got: Siyaseta Îranê siyaseta rûbirûbûn û bergiriyê ye û Amerîka newêrê êrîşî me bike.

Hefteya derbasbûyî Amerîka stiratîjiya xwe ya nû beramberî Îranê ragihand û çendîn mercên nû ji bo rêketineke nû li gel Îranê ragihand.

N.O