PDK: Nebe ti aliyek postê Serokomar bi milkê xwe zanibe

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) helwesta xwe derbarê berbijarkirina Berhem Salih ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve bo postê Serokomartiya Iraqê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) helwesta xwe derbarê berbijarkirina Berhem Salih ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve bo postê Serokomartiya Iraqê ragihand.

Pevdarê PDKê Mehmûd Mihemd di daxuyaniyekê de ku çapek jê ket destê K24ê tê da hatiye: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê radigihînin ku postê Serokomar ji pişkê gelê Kurdistanê ye û nebe ti aliyek bi wê bi milkê xwe bizanibe. Ji ber wê partiya me jî dê berbijarê xwe bo posta Serokomarê Iraqê hebe.”

Di daxuyaniya Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed de hatiye: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê di dawî civînên me bi Cîgirê Sekreterê Giştî û Berpirsê Desteya Karîger û endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî de, daxwaz û hewla me ew bû, ku çawa bi yekgirtûyî û yek bernameyê li Bexdayê ne, herwiha jî posta Serokomar li ser yek berbijar lihev bikin.”

Di beşeke din de hat jî: “Herwiha wek derencama hilbijartinê posta Serokomar bi mafê xwe dizanî, ku çend car in ji aliyê YNKê ve berbijar jê re hetibû diyarkirin, vê carê ji aliyê partiya me ve û bi berbijarê me bê dagirtin.”

Herwiha Peyvdarê PDKê got: “Di vê derbarê de jî pêşniyar û guhartinên me hebûn, biyar wiha bû ku biryarên YNKê piştî vegera wan ji civîna polîtburoyê em agahdar kiribana, lê em agahdar nekirin, ta îro ji daxuyaniyekê me bihîst ku Diktor Berhem Salih piştî vegera wî ji nava YNKê re takalîyane bo postê Serokomar berbijar kiriye.”

Îro Berhem Salih vegerî nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û YNKê jî ew bi fermî wek berbijarê xwe bo posta Serokomarê Iraqê destnîşan kir.  

 

S. B