Rewşa Awarte li Tirkiyê şeşemîn car hat dirêjkirin

Parlamentoya Tirkiyê, pêşniyara hikûmetê ya bo heyama 3 mehan dirêjkirina Rewşa Awarteyê, pejirand

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Tirkiyê, pêşniyara hikûmetê ya bo heyama 3 mehan dirêjkirina Rewşa Awarteyê, pejirand.

Duhî, Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê  ji hikûmetê xwestibû rewşa awarte bê dirêjkirin.

Piştî hewldana derbeya leşkerî, 20'ê Tîrmeha 2016'ê li Tirkiyê rewşa awarte hatibû ragehandin.