Kurdistan Li Girê Spî 19 DAIŞî hatin azadkirin

Li Girê Spî 19 DAIŞî hatin azadkirin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li Girê Spî 19 kes ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, serbest berdan.

Li gor ajansên nêzîkî PYDê, duh Rêveberiya Xweser li bajarokê Girê Spî 19 kes ku bi tometa pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, girtî bûn,  serbest berdan.

Li gor çavkaniyê, ew yek bi navbênkariya êlên deverê çê bû ku malbatên girtiyan daxwaz ji wan kiribûn destêwerdanê bikin, ji bo serbestberdana kurên wan.

Ev azadkirina endamên DAIŞê di demekê de ye, ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bêtir ji 50 endamên partiyên ENKSê bi tometa wernegirtina muhletê ji rêveberiyê girtine.