Biryara Amerîka li ser berpirsên PKKê di çi demê de tê?

Wezreta Derve ya Amerîkayê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) birayarek girîng da û ji bo wergirtina zanyariyên di derbarê cih û nasnameya 3 rêveberên PKKê de 12 milyon Dolar xelat diyar kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Derve ya Amerîkayê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) birayarek girîng da û ji bo wergirtina zanyariyên di derbarê cih û nasnameya 3 rêveberên PKKê de 12 milyon Dolar xelat diyar kir.

Cigîrê Şewirmendê Wezreta Derve yê Amerîkayê Matthew Palmer xelata li ser rêveberên PKKê eşkere kir.

Palmer di dema serdana xwe ya Enqereyê de ragihand, ew kêfxweş e welatê wî berpirsên PKKê kirine armanc û ji bo wergiritina zanyariyên di derbarê cihê wan de 5 milyon Dolar xelat daniye ser Fermandarê Fermangeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilanî.

Ji bo Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayikî 4 milyon Dolar, ji bo endamê Desteya Rêveber ê PKKê Duran Kalkanî jî 3 miyon Dolar xelat diyar kiriye.

Hikûmeta Tirkyeyê beramberî vê biryarê bêdeng nema û bersivek lezgîn da.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin got: Amerîka bi vê biryara xwe YPG û PKKê ji hev cuda dike. Lê nikare Tirkiyê bixapîne. Ger armanca Amerîkayê veşartina pêwendiyên YPG û PKKê be, dê rast di nava 3 rojan de eşkere bibe.

Amerîka di sala 1997an de PKKê wekî rêxistinek terorîst a biyanî pênase kiribû. Di sala 2001an de jî girtibû nav lîsteya rêxistinên terorîst ên navnetewî.

Lê biryara niha di demek wisa de hat, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de YPG bûye nakokiyeke dijwar. Hikûemata Tirkiyeyê YPGê wekî baskeke PKKê pênase dike û dixwaze li Rojavayê Kurdistanê nemîne. Ji bo nemana wê jî di demên dawî de li dijî Menbic û rojhilatê Firatê gefa operasyonên nû dixwe.

Di vê çarçoveyê de hefteya bûrî bingehên YPGê yên li Kobanî û Girê Spî topbaran kiribû. Pêştir jî Efrîn dagîr kiribû. 

Lê Amerîka li ser vê meseleyê wekî Tirkiyê nahizire û YPGê û PKKê wekî 2 rêxistinên cuda pênase dike. Li gor Amerîkayê YPG di şerê dijî DAÎŞê de xwe hêza xwe îspat kiriye û hevpeymaneke wan a girîng e. Wezreta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de jî  tekez kiribû, dê pêwendiyên wan a bi YPGê re berdewam bike.