PDK û Goran pêkanîna hikûmetê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro şanda danûstandkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê bi Tevgera Goranê re dicive.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro şanda danûstandkar a PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tevgera Goranê re dicive.
Ev civîn di demekê de ye, duhî şanda danûstandkar a PDKê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiyabû û her du aliyan ji piştî civînê di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî li ser bo karên bi hev re kirin û da zanîn di demeke nêzîk de civîneke din dikin.
PDK wek partiyê yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgoya ev cara sêyemîn e ligel YNKê û Tevgera Goranê dicive.
S. B