Çîn heyvekê ji bo ronîkirinê çê dike

Televizyona ferm a Çînê ragihand, ku Hikûmeta wî welatî, heya sala 2020an, wê ji bo kêmkirina têçûya ronîkirina kolanan di şevê de, heyvekê ji bo ronîkirina bajaran çê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Televizyona ferm a Çînê ragihand, ku Hikûmeta wî welatî, heya sala 2020an, wê ji bo kêmkirina têçûya ronîkirina kolanan di şevê de, heyvekê ji bo ronîkirina bajaran çê bike.

Ew heyv li bajarê Chindigdu yê ser bi Herêma Sishwan ve, tê çêkirin û biryar e, roniya wê, bi 10 caran ji roniya Heyva siruştî bêtir be û heger ew piroje biserkeve, wê heya sala 2022an, welatê Çînê sê heyvên din ên çêkirî berhem bîne.

Li gorî zanyariyan, ew heyv kare rûbera 50 kîlometrên çargoşe ronî bike û bi wê yekê, wê karibe 170 milyon Dolar ji têçûya ronîkirina kolanan, li gencîneya Hikûmeta Çînê vegerîne.

Wê ew heyv, roniya xwe bi awayekî sereke, ji roniya Rojê û ya Heyvê werbigire û piştre dubare wê ronahiyê bide zemîn, bi taybet li cihê ku jêre bê destnîşan kirin.

N.O