HSDê derbasî taxa Qadisiye a Reqayê bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî taxa Qadisiye li rojavayê Reqayê bûn û şerê wan li 3 taxên din berdewm e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî taxa Qadisiye li rojavayê Reqayê bûn û şerê wan li 3 taxên din berdewm e.

HSDê îro ragihand, ku şerê wan bi tundî li taxa El-Biyatra li rojhilatê Reqayê û taxên Hitîn û Berîd li rojavayê Reqayê berdewam e û hîna ew tax nehatine  kontrolkirin. Herweha ragihand ku îro ew derbasî taxeke nû bûne li rojavayê Reqayê bi navê Qadisiye.

Li gor HSDê, şev borî di şerê li taxa El-Biyatra de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin, lê hejmara wan bi zelalî nehatiye zanîn. Herweha şervaneke wan jî şehîd bûye.

HSDê ragihandiye jî  li taxên din jî derdora 40 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.