Li Rojava pilanên zêdekirina beşên xwendina bilind bi zimanê Kurdî hene

Bi helkfeta Roja Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo aheng hatine lidarxistin, di vê boneyê de berpirsên perwerdê bal kişandin li ser rola hînkirinê di pêşketina zimanê Kurdî de. Hin zimanzan jî dibînin erkê herî mezin yê nivîskaran e ku asta zimanê Kurdî bilind bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi helkfeta Roja Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo aheng hatine lidarxistin, di vê boneyê de berpirsên perwerdê bal kişandin li ser rola hînkirinê di pêşketina zimanê Kurdî de. Hin zimanzan jî dibînin erkê herî mezin yê nivîskaran e ku asta zimanê Kurdî bilind bikin.

Di 15`ê Gulana her sal de sazî û rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê şahiyê bi Roja Zimanê Kurdî dikin, ku di çend salên bûrî de hejmar û asta bikaranîna zimanê Kurdî di nava dezgeh û civaka Kurdî de bi awayekî balkêş zêde bûye, nemaze piştî ku di sala 2015`an de bi awayekî fermî bû zimanê perwerê di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de û ev yek bû sedema ku bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî çê bibin. Berpirsên Desteya Perwerdê eşkere dikin jî, pilanên wan ji bo zêdekirina beşên xwendina bilind bi zimanê Kurdî berdewam in.

Hevserokê Desteya Perwerdê ya Qamişlo Mihemed Salih Ebdo ji K24ê re got: “Zimanê Kurdî ji sala 2014an ve û heta niha gavine mezin avêtine. Em bi hêvî ne ev bibe navenda şoreşa Rojavayê Kurdistanê.”

Tevî peydabûna derfetên bikar anîna zimanê Kurdî û zêdebûna sazî û dezgehên ragihandina Kurdî, lê ta nuha jî hin pispor dibînin ku zimanê Kurdî pêwîstiya wê bi pêşketinê gelekî heye, zimanzan didin zanîn jî ku barê herî giran di vê qonaxê de dikeve ser mile nivîkaran de ku di riya berhemên xwe re zimanê Kurdî bighînin asta zimanê çi miletê pêşketî di cîhanê de.

Nivîskar Salih Heydo dibêje: “Divê rewşenbîrên me bi roj û salan bixebitin û têxin serê miletê me, ku ev ziman pêşeroja me ye. Divê pirtûk çap bibin û divê rola ragihandinê jî di vî warî de hebe û fêrkirin pir bibe û zimanê xwe bipêş bixin.”

Di 15`ê meha Gulana 1932an de çapa yekê ji kovara Hawarê hate belavkirin, ev dîrok ji sala 2006an ve ji aliyê hejmarek nivîskar û rewşenbîrên Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve wek Roja Zimanê Kurdî hate destnîşankirin û her sal bi aheng û festîvalan li ser astên bilind şahî pê tê kirin.