Çûnûhatin di deriyê Sêmalka re bi otubîsan destpê kir

Piştî nêzî 6 salan ji vekirina dergeha Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, cara yekem e çûnûhatina welatiyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi otubîsan dest pê dike û ev yek bû cihê kêfxweşiyê xelkên deverê.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo  

Piştî nêzî 6 salan ji vekirina dergeha Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, cara yekem e çûnûhatina welatiyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi otubîsan dest pê dike û ev yek bû cihê kêfxweşiyê xelkê deverê.

Bi sedema bilindbûna asta avê di çemê Dîcle de cara yekemîn hatinûçûna di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi otubîsan dest pê dike. Rêveberiya Deriyê Sêmalka dide zanîn ku piştî ku qeyikek veguhastina welatiya binav bû, biryar ji herdu aliyan hat standin ku otubîsan bo veguhestina welatiyan bi kar bînin. Herwiha diyar kir ku 4 otubîsên nû dabîn kirine.

Rêvebirê Têkiliyên Deriyê Sêmalka Baz Ehmed ji K24ê re got: “Projeya çûnûhatinê berî niha hebû, lê ji ber hebûna pirsgirêkên teknîkî ew proje pêk nehat. Lê dema ew bûyera 2ê vê mehê çê bû ku beleme qulibû û kesekî canê xwe jidest da, eb bûyer bû sedem ku projeya çûnûhatina bi otubîsan zû bê amadekirin.”

Tevî ku deriyê Sêmalka yê sînorî wek alîkariyekê ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê hate vekirin, lê carcaran rastî zehmetiyan tên û bi taybetî di Zivistanê de, Di 2 vê mehê de û bi sedema bilindbûna asta ava çemê Dîcle qeyikek binav bû û di ecama wê de kesekî canê xwe jidest da.