Riya Dihok – Zumar tê vekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku duhî riya Sihêla – Şingalê hat vekirin, îro riya di navbera Dihok û Zumarê jî tê vekirin.
Peyamnêrê K24ê li navçê Îslam Yûsif da zanîn, niha tenê hêzên Pêşmerge rê vekirine û biryar e di demên nêzîk de hêzên Iraqî jî wê riyê ji aliyê xwe ve vekin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ew rê ji aliyê hêzên Iraqî û Heşdar Şeibî ve hatibûn girtin, lê bi hevahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqê, careke din ew rê tên vekirin.
Ji ber girtina wan riyan, welatiyên navçê ducarî rastî astengiyan dihatin û rêxistinên mirovî jî nedikarîn serdana wan navçeyan bikin.
S. B