Encûmena Bilind a Referandûmê daxuyaniyek belav kir

Îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Encûmena Bilind a Referandûmê civiya û derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Encûmena Bilind a Referandûmê civiya û derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor zanyariyên K24ê, di civînê de biryar hat dayîn roja Duşemê 14 vê Tebaxê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Deqa daxuyaniya Encûmena Bilind a Referandûmê wiha ye:

Roja Şemî 12.08.2017 li Selahedîn bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Encûmena Bilinda Referandûmê civiya.

Li vê civînê de serdana çaverêkiriya şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda bi mebesta danûstandina li ser pirsên siyasî û olî peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda guftûgo kirin û hêlên giştî û naveroka danûstandinan jî diyar kirin.

Encûmena Bilinda Referandûmê
12.08.2017