Li Reqayê, bêtir ji 1600 sivîl hatîne kuştin

Rêxistina Lêborîna Navdewletî raghandiye, li Reqayê, bêtir ji 1600 welatyên sivîl hatîne kuştin ji encama burdûmanên Hevpeymaniya Navdewletî .

K24- Hewlêr

Rêxistina Lêborîna Navdewletî raghandiye,  li Reqayê, bêtir ji 1600 welatyên sivîl hatîne kuştin ji encama burdûmanên Hevpeymaniya Navdewletî  .

Rêxistna Lêborîna navdewletî û êxistna  Êr Wors(Air Wars- şerên asmanî)a taybet bi şopandin û çavdêrya lêdanên Asmanî  di raporekê de raghandîye, li Reqayê wan lêkolînek kirîye  li ser 200 bingehan ku ji alîyê Hevpeymaniya Navdewletî  ve armanc ên lêdanê bûne. Di dû mehan de hevdîtin li gel bêtir ji 400 aware û dîtvanan kirîne .

Li gor Amnêstî lêdanên Hevpeymaniya Navdewletî bûne sedema wêranbûna bêtir ji 11 hezar avahîyan li reqayê .

Mezne şêwirmenda programa rûbrûna Krîzan di Amnêstî de ragehandiye ku Hevpeymaniya Navdewletî Reqa bi erdê ve hêlaye û lêdanên Hevpeymanyê ne bi hûrî bûn.