Kurdên diaspora liser piyan in

Diaspora Kurd li Ewrûpa û Amerikayê dixwaze, cîhan şervan û têkoşerên dijî DAIŞ ên herî pêş – gel û pêşmergeyên Kurdistanê li hember êrîşên Iranê, Heşda Şabî û hevalbendê wan Bexdayê bi tenê nehêle.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî daxûyaniya Serokê herêma Kurdistanê ji bo Kurdên niştecîhên Ewrûpa û Amerikayê, dezgeh, komele û kesayetiyên Kurd derbasî nav xebatê bûn û her îro li gelek deverên Ewrûpa û Amerikayê bi hezaran Kurd, bi xwepêşandanên siwîl, medenî û şaristanî radibin.

Diaspora Kurd li Ewrûpa û Amerikayê dixwaze, cîhan şervan û têkoşerên dijî DAIŞ ên herî pêş – gel û pêşmergeyên Kurdistanê li hember êrîşên Iranê, Heşda Şabî û hevalbendê wan Bexdayê bi tenê nehêle.

Ligor agahdariyên yekser gihiştî K24,

Roja Sêşemê 24 Cotmehê 2017an, Demjimêr 14:00--17:00

Liber Konsulxaneya USA li Hamburg Almanyayê  xwepêşandan çêdibe.

Navnîşan/Adresse

Consulat USA, Alsterufer 27 /28,

20354 Hamburg