Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

Navê Tahîr Elçî dê li saziya Baroya Wanê bê kirin

Siddik Eren |


 

K24 – Wan

Baroya Wanê navê Tahîr Elçî li saziya xwe ya nû dide jiyandin. Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr, ragihand ku Tahîr Elçî wek hiqûqnas û mafparêzeke nimûneye û divê rêç û helwesta wî her tim rê ji bo parastina mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bimîne. Tîmûr diyar kir ku saziya ku çê dikin jî dê hem navê Tahîr Elçî nede jibîrkirin, hem jî têkoşîna wî ya mirovî.

Baroya Wanê saziyeke ku gelek pêwistiyên hiqûqnas, mafparêz û welatiyan tê de bê meşandin ava dike û ev sazî dê bi navê Saziya Baroya Wanê ya Tahîr Elçî b3e nasîn. Di nav saziyê de, xizmetên parastina mafên mirovan, perwerdehî û xebatên hiqûqî, salonên civîn û konferansan û ciyên civakî dê cîh bigrin.

Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr ji bo Kurdistan24 ragihand ku pêwistiya parêzeran û Baroya Wanê bi saziyeke wiha hebû û piştî hewldan û xebatan, bi piştgiriya Yekîtiya Baroyên Turkiyeyê vê saziyê ava kirine. Tîmûr da zanîn ku ew dixwazin bi vê saziyê re navê Tahîr Elçî jî mayinde bimîne.

Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr ji K24ê re wiha axivî: "Kedeke zêde ya hemû hevkar û parêzeran di vê saziyê de heye, bi vê saziyê re, gelek pêwistiyên parêzeran jî, xizmetên ji bo welatiyan jî dê têkûz bibe. Li heremê pirsgirêka herî mezin binpêkirina mafên mirovan e. Ji bo ku têkoşîna hiqûqî di warê binpêkirinan de bê meşandin ev sazî dê derfet be."

Çêkirina Avahiya saziya Baroyê îsal destpêkiriye û tê çaverêkirin k udi demeke kurt de, ji bo xizmetê jî bê vekirin.

Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr bal kişand ku li Turkiyeyê ji ber sînorên hiqûqê bi îdeolojiya tên danîn, tu car serdestiya hiqûqê pêknayê û binpêkirina mafên mirovan jî her tim berdewamî didomin. Tîmûr da zanîn ku Tahîr Elçî jî bi rêbazeke rast û dicîh de têkoşîna mafparêzî û hiqûqê meşandiye û dozên ku wî bi encam aniye, nimûnene û wek ders in. Loma jî navê wî li vê saziyê kirine.

Mûrat Tîmûr dibêje: "Tahîr Elçî, ji bo hemû hiqûqnas û mafparêza wek şêwirmend û pêşengekî bû û di hemû jiyana xwe de xwedî helwesteke diyar ya mafên mirovan bû. Bi şêwaz û helwesta xwe, hema bibêje hemû parêzeran wî wek referansekî dipejirand. Tahîr Elçî dozên wisa meşand ku mirov nikare wî bi çend gotinan rave bike. Loma jî divê neye jibîrkirin û rêça wî bimîne."

Tîmûr jî bal kişand ku di doza kuştina Tahîr Elçî de, hêj jî tu berpirsekî nehatiye diyar kirin û tu pêşketinekî tune ye. Ev jî nîşan dide ku li Turkiyeyê hiquq çewa birêve diçe.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Heftiya Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Meha Borî
01 Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
02 Amerika: Tirkiye dê li Herêma Ewle nebe!
03 Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû
04 Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin
05 K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike
06 Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)