Encûmena bilind a referandumê: Bexda destpêşxeriya serokomar û bizavên navdewletî red kir

Encûmena bilind a referandumê di daxuyaniyekê de biryar û hûrkariyên civîna xwe ya îro ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena bilind a referandumê di daxuyaniyekê de biryar û hûrkariyên civîna xwe ya îro ragihand.

Li gorî daxuyaniyê ku kopiyek ji bo Kurdistanê24 hat şandin, sibe piroseya referandumê li seranserî Herêma Kurdistan birêve diçe û piştî referandumê Kurd ji danûstendinan re amade ne.

Têskta daxuyaniyê:

Roja Yekşemê 24ê Êlûna 2017an li Selaheddîn Encûmena bilind a referandumê, bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.

Di destpêka civînê de behsa dawîn pêşhatên navçeyê û yên navdewletî yên girêdayî referanduma serxwebûna Kurdistanê hat kirin û birêz Mesûd Barzanî behsa wan civîn û pêwendiyan kir, ku di çend rojên derbasbûyî de li gel aliyên navdewletî hatin encamdan.

Piştre şanda Kurdistanê ku roja 23ê Êlûna 2017an serdana Bexdayê kiribû, encamên serdana xwe û gotûbêjên wê li gel aliyên Iraqî da xuyakirin û zelal kir, ku Bexda bi ti awayekî, ne niha û nejî di pêşerojê de referandumê qebûl nake û bi giştî li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn û destpêşxeriya birêz Serokkomarê Iraqê û hemû bizavên navdewletî red kirin û amade nebûn derbarê serxwebûna Kurdistanê ti diyalogê bikin.

Heman şandê diyar kir, ku wan ji aliyên siyasî yên Iraqê re tekez kiriye, ku referendum biryara gelê Kurdistanê ye û di dema xwe de wê li Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê bê encamdan.

Piştre jî komîteya amadekirina dêkomênta siyasî ya gerentîkirina mafê pêkhateyên netewî û olî, dêkomênta xwe da xuyakirin.

 

Her di wê civînê de, hat tekezkirin ku Kurdistan wê rola xwe ya bi bandor di çarçoveya hevpeymana navdewletî de ya li dijî DAIŞê berdewam be û hevkarî û hevrêziya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, li dijî terorê jî berdewam dibe.

Di dawiyê de civînê ev biryar stend:

Yekem: Di roja Duşemê 25ê Êlûna 2017an de, referandum li Herêma Kurdistan û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, wê bê encamdan.

Diwem: Civînê dêkomênta siyasî ya gerentîkirina mafê pêkhateyên netewî û olî pesend kir û destxweşî li komîteya amadekar ya dêkomêntê kir.

Sêyem: Piştî encamdana referandumê, deryê gotûbêjan li gel Iraqê vekirî ye. Bi ecêndayeke vekirî û ji bo çarekirina kêşeyan û tevahiya mijaran daku bibin du cîranên baş.

Çarem: Encûmena bilinda referandumê destxweşî li tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo biryara encamdana referandumê û rijdbûna wan û yekrêzî û helwesta wan ji bo baştir birêveçûna referandumê di dema diyarkirî de û tekez kir ku bi yekrêziyê ewê zora hemû astengiyan bibin.

 

Encûmena bilind a referandumê

 

24ê Êlûna 2017an