TEV-DEM: Rûsya dixwaze Sûriyê parçe bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîne: "Em beşeke ji Sûriyê û têkoşîna parastina yekîtiya niştimanî ne. têkoşîn û berxwedana me ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye."

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîne: "Em beşeke ji Sûriyê û têkoşîna parastina yekîtiya niştimanî ne. têkoşîn û berxwedana me ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye."

Buroya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê îro di daxuyanekê de ragihand, “Em wekî Buroya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê tekez dikin ku em beşeke ji xaka Sûriyê ne, têkoşîn û berxwedana me ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye. Rola me ne cihê nîqaşê ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat, “Pêwîst e  doza Kurdî were çareserkirin, ji ber ku doza Kurdî girêdayî çareseriya niştimanî ya aloziya Sûriye ye.”

TEV-DEM Rûsyayê bi perçekirina Sûriyê tometbar dike û dibêje: “Dewleta Rûsya dixwaze Sûriyê parçe bike û li ser vî esasî tevdigere.” Di beşek din de jî hat, “ Li Efrînê, Rûsya destek da Tirkiyê ku beşek ji xaka Sûriyê bi rengekî eşkere dagir bike.”

Daxuyaniya TEV-DEMê amaje bi guhartina demografî ya li Efrînê dibe kir û Rûsya bi wê plane tometbar kir û got: “Rûsya terorîstên li başûr û başûrê-rojhilatê Şamê ber bi Idlibê ve dişîne. Beriya du salan ve jî heman tişt kir ku terorîst ji Dareya derxistin û li Idlibê bi cih kirin. Îro li Efrînê jî terorîstan bi cih dike.”

 

S. B