Tirkiye: Çekên Amerîka dide YPG gefê li ser me çêdike

Erdogan: Emê bi ti awayî rê nedin YPGê û emê şerê wan bikin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje: "Çekên ku îro Amerîka dide YPGyê, wê sibe li dijî Tirkiyeyê bibe gef."

Erdogan beşdarî civîna TRT Worldê bû û derbarê pêwendiyên Amerîka û YPGê nerazîbûnek tund nîşan da.

Erdogan got: "Amerîka heya niha 3 hezar û 500 tirêle çek daye YPGê û di pêşerojê de çekên di destê YPGê de, wê li dijî Tirkiyê bên bibe gef. "  Erdogan herwiha da zanîn ku wan ji bo şerê DAIŞê 2 lîwa amade kiribûn, lê Amerîka bi Tirkiyeyê re hevkarî nekir û bi YPGê re şerê DAIŞê kir. Herweha serokê Tirkiyê got: "Di navbera PKK û YPGê de ti cudahî tine û nabe şerê rêxistinek terorîst bi rêxistineke din a terorîst bê kirin. Emê bi ti awayî rê nedin YPGê û emê şerê wan bikin."