Pîrên japonî bi zanabûn dikevin girtîgehê de
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor malpera Bloomberg a Amerîkî, li Japonya kesên bitemen bi zanabûn tewanan dikin, ji bo ku bikevin girtîgehê de. Egera wê ya sereke jî – bi tenêbûn e!
Bloomberg destnîşan dike ku, di salên dawî de kesên temenê wan 60salî derbas dike û dikevin girtîgehan de 4 caran zêde bû ye.
Ji her 5 girtiyan yek kes ê bitemen e û zêdeyên wan ji ber tewanên sivik, wekî dizîn a tiştên biçûk û erzan hatine girtin. Ligor Bloomberg ew kesên bi temên van tewanan bi zanabûn dikin, jib o ku li malên xwe bi tenê ne, kes ligel wan hevûdu nabîn e. Li girtîgehan di nav girtiyên din de ne , xwarin û vexwarin jî pêşkeşî wan dibe…
C.B