"Amerîka pişta Kurdan bernade"

Endamê Komîta Karûbarên derve di Kongirêsa Amerîkî: Ji mafê Kurdan e bibin dewlet, çima wê ew maf ji netewên din re hebe û ji Kurdan re nebe?

K24 - Navenda Nûçeyan

Amerîkî bi hûrbîbî çavdêriya rewa niha ya Iraqê dikin û kongirêsmanê navdar yê Amerîkî Îlyêt Êngil ragihand, ku ew ti carî pişta Kurdan bernadin û divê di Hikûmeta dahatî ya Iraqê de, pêgeha Kurdan ji berê bihêztir be.

Îlyêt Êngil endamê Komîta Karûbarên derve di Kongirêsa Amerîkî de, ji Kurdistan24ê re got: "Pêwîst e li ser Amerîka gellekî bi zelalî û eşkere ji hemû aliyan re bide xuyakirin, ku em dev ji hevpeymanên xwe bernadin û di baweriya min de, ji mafê Kurdan e bibin dewlet, çima wê ew maf ji netewên din re hebe û ji Kurdan re nebe?".

Derbarê mafên gelan û demokratiyê li Iraqê. Serokê Peymangeha Komarî ya Navdewletî li Washingtonê Dan Twayning got: "Mafên demokratî divê ji hemû Iraqiyan re wek hev bin, xala diwem ew e, ku nabe desthilat tenê ji bo Bexdayê were qorxkirin -istxlal-, ji ber ku divê desthilat were dabeşkirin. Herwiha nabe encam û pêşhatên siyasî li ser aliyekê bi tenê bê hesabkirin û divê Hikûmeta Iraqê ji destwerdana derve dûr be".

N.O