Hevserokê PYDê daxwazekê ji Kurdistaniyan û dostên Kurdan dike

Ilham Ehmed: Divê xwenîşandan li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bên kirin û operasyona Tirkiyê ya ji bo parçekirina Sûryê bê rawestandin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, ku gelên Efrînê tekez kirin ku ew xweragir in û berdewam in li ser berevaniyê di ber axa xwe de".

Şahoz Hesen ji ajansa Hawar re got: "Ez ji hemû Kurdistaniyan û dostên gelê Kurd li hemû welatên cîhanê dixwazim, ku li dijî êrîşên Tirkiyê xwepêşandanan bikin û piştevaniya bergiriya Efrînê bikin û xelkê wê rizgar bikin".

Hesen diyar kir ku "Gelê Efrîn û bakurê Sûrya, ji cîhanê re piştrast kirin ku ti kes nikare îradey wan bişkîne û ew rijd in li ser berevaniyê".

Herwiha got: "Hêzên artêşa Tirkiyê û milîsên wê, dixwazin tirsê bixin dilê gelên bakurê Sûrya û bi riya êrîşên hovane û bi firoke û topan xelkê navçeyê bordûman dikin. Lê ew yek morala gelan bilindtir".

Navhatî diyar kir, ku xweragirî û bergiriya xelkê Efrînê, moralên şervanan li bereyên şer bilind kirine.

Hevseroka Civata Sûrya Demokrat Ilham Ehmed
Hevseroka Civata Sûrya Demokrat Ilham Ehmed

Ji aliyê xwe ve jî, hevseroka Civata Sûrya Demokrat Ilham Ehmed di daxuyanyekê de, bi navê Civata Sûrya Demokrat, bang li hemû Kurdistanî û welatiyên Sûryê û hêzên demokrat kir, ku li pêşiya dezgehên navdewletî û Ewropî kom bibin û xwenîşandanan li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê encam bidin û operasyona Tirkiyê ya ji bo parçekirina Sûryê rawestînin.

Hevdem Hevserokatiya Kongireya Civaka Demokrat a Kurd li Ewropa (KCDK) Di daxuyaniyekê de, metrisiya operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê da xuyakirin û ji Kurdên li Ewropa dijîn xwest, ji bo parastina xelkê Efrînê, bi awayekî sivîlane derkevin xwepêşandanan.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Di roja 50 de ji destipêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, tenê du K.M maye ku artêşa Tirkiyê derbasî navenda bajar bibe, gundên nêzîkî Efrînê û taxên derdora bajar, bi giranî tên bordûmankirin".

Di beşekî dinî daxuyaniyê de, KCDK dibêje: "Heger Netewên Yekgirtî û hêzên navdewletî, bi awayekî lezgîn destwerdanê nekin, wê welatiyên sivîl, jin, zarok û kesên bi temen rastî komkujiyan bên".

Herwiha KCDK dibêje: "Divê gelê me û dostên me li Ewropa xwepêşandanan bikin û bi awayekî demokratî nerazîbûna xwe li dijî êrîşên Tirkiyê bidin xuyakirin û bala raya giştî ya Ewropa bikişînin".

N.O