Şandeke bilind a Iraqê gihîşte Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke bilind a darayî a hikûmeta Iraqê di riya firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte paytexta Herêma Kurdistanê.
Şanda Iraqî bi serokatiya Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq gihîşt Hewlêrê û biryar e li ser pirsên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi aliyê Kurdî re bicive.
Li gor zanyariyan, ew şand derbarê pirsên girêdayî bi dahat û jêderên darayî yên Herêma Kurdistanê û karê komîteyan bi hûrî ligel berpirsên Herêma Kurdistanê guftûgoyê bike.
Serdana vê şanda Iraqî piştî wê yekê tê, îro Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, biryar e şandeke hikûmeta Bexdayê ji bo danîna mîkanîzma dana mûçeyan û vekirina firokxaneyan serdana Hewlêrê bike.
Berê jî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandina, ta berî hatina cejna Newrozê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişîne.
S. B