YNK li qedexekirina vekirina baregehên hêzên siyasî li Kerkûkê mikur tê

YNK li wê yekê mikur hat, ku vekirina baregehên hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê qedexe ye û nerazîbûna xwe nîşanî her sê serokatina dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyamekê de ku arasteyî her sê serokatiyên Iraqê kiriye, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li wê yekê mikur hat, ku vekirina baregehên hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê qedexe ye û nerazîbûna xwe nîşanî her sê serokatina dide.

Polîtburoya YNKê di peyamekê de nerazîbûna xwe ji her yek Serokomar, Serokê Hikûmetê û Serokê Parlemantoya Iraqê re nîşan da û got: “Di demekê de hêdî hêdî hêviya çareserkirina pirsgirêkan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir dibin û gavên baş jî ji bo vê yekê hatine avêtin, lê mixabin piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve ku zêdetir ji 6 mehan e, li Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Celawla, Sediye, Qeretepe û hin navçeyên din hîna desthilatên leşkerî û ewlehiyê rê nadin baregehên partiyên Kurdistanî, ku partîne fermî û yasayî ne bêne vekirin.”

Herwiha di daxuyaniya Polîtburoya YNKê de hatiye: “Herwiha di vê hilmeta hilbijartinê de, hîna fişarên nedestûrî li ser hêzên siyasî yên Kurdistanê hene, belkû li gelek bajar û bajarokan de malên berpirs û kadroyên aliyên Kurdistanî jî hatine dagîrkirin.”

Di wê peyamê de YNKê dupat kiriye: “Ji aliyê cenabê we ve aşkere ye, bi vî awayê spandina desthilata leşkerî û ewlekariyê, li dijî destûrê û bingeha pêwendiyên me ne. berdewamiya girtina mafê azadiya siyasî ya aliyan li wan navçeyan, gûmaneke zerermend li cem raya giştî durist kiriye û bi dûr jî nizanin ku bûyerên zeremend jî jê biderkevin.”

Di dawiya peyamê de jî, daxwaz ji her sê serokatiyên Iraqê dike, di zûtirîn dem de biryara çareserkirina van pirsgirêkên yasayî û mafên siyasî bidin.  

 

S. B