Aldar Xelîl: Sûrya bibe welatekî demokrat, emê HSDê tevlî Artêşa Sûryê bikin

Aldar Xelîl: Ger çareya siyasî hat dîtin û Sûrya bû welatekî demokrat, emê HSDê tevlî Artêşa Sûryê bikin û di tevahiya waran de, emê bihevre bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl ragihand, ku heger Beşar Esed pirojeya Federaliya Demokrat bipejirîne, li cem wan, man û nemana Beşar Esed di desthilatê de, ne giring e lê ya giring şêwazê rêjîma nû ya Sûryê ye.

Malpera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji ser zimanê hevserokê TVDEMê Aldar Xelîl veguhestiye, ku wan wek PYDê bizav kirin, ku xwe ji şerê li ser desthilatê li Sûryê dûr bikin û got: Em ji bo desthilata Sûryê kar nakin, armanca me ya tekane Sûryayeke demokrat e, ku têde Kurd û Ereb û Aşûrî wek hev bin.

Derbarê egera tevlîbûna Hêzên Sûrya Demokrat di nava Artêşa Sûryê de, navhatî got: Heger çareya siyasî hat dîtin û Sûrya bû welatekî demokrat, emê bibin beşek ji Sûryê û di tevahiya waran de, emê bihevre bin.

Xelîl derbarê pêwendiyên wan bi Rûsya re diyar kir, ku pêwendiyên wan nebaş in û alozî di navbera wan de hene û got: Me dixwest pêwendiyên me bi Rûsya re baş bin û me ji wan re hişt ku bingehên xwe yên serbazî li navçeyên me ava bikin, lê piştî rêketina wan bi Tirkiyê re, ku têde rê ji Tirkiyê re vekirin da Efrînê dagîr bike, pêwendiyên me bi Rûsya re neman.

N.O