Wezîrê derve yê Fransa gihişte Bexdayê
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Bexdayê û biryar e li gel berpirsên bilind yên Iraqê bicive.
Li gorî zanyariyan, armanc ji serdana wezîrê derve yê Fransayê, çarekirina pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê de û rewşa Iraqê piştî DAIŞê ye.
Herwiha wê di cînên xwe de behsa piroseya avakirina Iraqê bikin, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin wî welatî hatiye .