Namzedên Pîranê: Bi tifaqê em ê serkeftinên mezin bi dest bixin

Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi tifaqa 8 partî û rêxistinan beşdarî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi tifaqa 8 partî û rêxistinan beşdarî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî dibe. Yek ji van rêxistinan jî Platforma Demokratên Kurd (PDK) ye. Serokê Platformê Sertaç Bucak û namzedên HDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya navçeya Pîrana Diyarbekirê amaje dikin ku, Kurd bi tifaq û yekitiyê dikarin di rêveberiyên herêmî de xwe birêvebibin û mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di hefteya dawî ya bangeşiya hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de namzedên partiyan lez dane xebatên xwe. Yek ji van partiyan jî HDP ye. HDP'ê carê pêşîn e ku bi tifaqa 8 partî û rêxsitinên Kurdî beşdarî hilbijartinan dibe. Platforma Demokratên Kurd jî yek ji van hevpeymanan e. Platform, di lîsteya tifaqê de ji Pîranê beşdarî hilbijartinan dibe. Li gorî Serokê giştî yê Platformê Sertaç Bucak radigihîne ku tifaq ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên Kurdan pêngaveke girîng e.

Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak ji K24ê re got: "Tifaqa HDP'ê û Partiyên Kurdî ango yekitiya Kurdan di nav civakê de coşeke mezin peyda kiriye. Bi ya min ger Kur yek bin tu kes nikare li hemberî Kurdan siyasetê bidomîne. Tifaq û yekitî ji bo Kurdan girîng e, em ê encama wê div ê hilbijartinê de bibînin."

Şaredariya Navçeya Pîranê jî ji aliyê qeyûmî ve tê birêvebirin. Di Hilbijartinên 2014'an de DBP'ê bi ji %49,7'ê 9 hezar 222 deng; AK Partiyê jî bi ji %44.8'ê 8 hezar û 309 deng girtibûn. Ango DBP'ê ji AK Partiyê 913 deng zêdetir girtibûn. Yasemîn Uçer namzeda hevserokatiya şaredariya Pîranê ya HDP'ê ye. Ûçer amaje dike ku çaverêne bi bandora tifaqê bi rêjeyeke zêde deng bigirin û rêveberiya şaredariyê ji destê qeyûm derxînin.

Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Pîranê ya HDP'ê Yasemîn Uçer ji K24ê re dibêje: "Em dibînin ku tifaqê em bihêztir kirine. Ji ber tifaqê gel jî eleqeyeke baş nîşanî me dide. Em teqez bi ser bikevin. Em ê bi rêjeyeke zêde bersiva qeyûmî bidin."

Pîran, warê destpêka serhildana Şêx Seîd Efendî ye. Felat Aygoren neviyê Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd Efendî ye. Fehmî Aygoren ji lîsteya tifaqê ya Platforma Demokratên Kurd wekî namzede hevserokatiya şaredariya Pîranê hatiye nîşandan. Li gorî ku Aygoren dibêje, tifaq peyama serkeftinê ye jî.

Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Pîranê yê HDPê Felat Aygoren got: "Peyama vê tifaqê ev e. Bila Kurd hemû bibin yek da bibin hêzeke mezin. Gelê Kurd; nemaze navçeya Pîranê ji vê yekê kêfxweş e. Em mecbûr in ku ji bo maf û zimanê xwe bibin yek."

Li gorî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2014'an di hilbijartinên giştî yên 2018'an de li Pîranê dengên HDP'ê zêde bûn; yên AK Partiyê kêm bûne. Namzedên HDP'ê çaverê ne ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi bandora tifaqê ji %60'ê zêdetirê dengan bigirin û kursiyê şaredariyê bi dest bixin.