Rewşa pasewanê avahiya parêzgeha Hewlêrê aram e

Di êrîşê de, gulleyek li millê çepê yê polîsê pasewanê avahiya parêzgeha Hewlêrê (Ehmed Selîm Gerdî) ket, piştre ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin û niha rewşa wî ya tendirustî baş e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Demjimêr 7:45 ji sibeha îro, sê çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin û di encama teqekirinê de, polîsek ku pasewanê avahiya parêzgehê ye, birîndar bû.

Di êrîşê de, gulleyek li millê çepê yê polîsê pasewanê avahiya parêzgeha Hewlêrê (Ehmed Selîm Gerdî) ket, piştre ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin û niha rewşa wî ya tendirustî baş e.

Ehmed Selîm Gerdî, jidayikbûyê sala 1983an e. Bavê pênc zarokan e, ev 16 sal bûye endamê hêzên polîsê Hewlêrê û ev diwem car e, ku dema bicîkirina erkê xwe de birîndar dibe.

N.O

Polîsê pasewanê avahiya parêzgeha Hewlêrê (Ehmed Selîm Gerdî) - Wêne / Parêzgeha Hewlêrê
Polîsê pasewanê avahiya parêzgeha Hewlêrê (Ehmed Selîm Gerdî) - Wêne / Parêzgeha Hewlêrê