Heval Ebûbekir sûnda yasayî xwar

Serokwezî ji Heval Ebûbekir re: "Em karin bi hevre wek tîmekê erkên xwe bi baştirîn şêwaz bicî bikin û baştir xizmeta welatiyan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro êvarî, bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî û wezîrê navxwe Kerîm Şingalî, li avahiya encûmena wezîran li Hewlêrê, Heval Ebûbekir wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê sûnda yasayî xwar.

Piştî merasîma sûndxwarinê, serokwezîr hêviya serketinê ji parêzgarê nû yê Silêmaniyê re xwest û ragihand, ji bo bicîkirina erkên te ji bo xizmetkirina welatiyên bajarê Silêmaniyê, wê hikûmeta Herêma Kurdistan hevrêzî û hevkariyê bike, herweha got:"Bi hev re, em li serokatiya encûmena wezîran, hûn jî li dîwana parêzgeha Silêmaniyê, em karin wek tîmekê erkên xwe bi baştirîn şêwaz bicî bikin û baştir xizmeta welatiyan bikin".

Ji aliyê xwe ve parêzgarê nû yê Silêmaniyê sipasiya wê baweriyê kir ku bi wî hatiye dayin û tekez kir ku ew bi hemû karînên xwe xizmeta welatiyên Silêmaniyê bike, li gel hikûmeta Herêma Kurdistan jî hevkariyê bike daku bi baştirîn şêwaz erkên xwe bicî bike.