Li Kerkûkê teqîneke xwekujî di baregeheke milîsên Heşda Şeibî de qewimî

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kekrûkê ragihand, ku heya niha ziyanên canî û madî nehatine eşkerekirin û ti aliyekî jî berpirsatiya xwe li ser encamdana wê teqînê ranegihandiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xwekujekî li navenda bajarê Kerkûkê li bingeheke milîsên Esayib Ehl El-Heq xwe teqand.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, ew teqîna xwekujî li taxa Teyran qewimî û bingeheke milîsên Esayib Ehl El-Heq yên ser bi Heşda Şeibî ve kiriye armanc, herwiha cihê teqînê nêzîkî melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kekrûkê ragihand, ku heya niha ziyanên canî û madî nehatine eşkerekirin û ti aliyekî jî berpirsatiya xwe li ser encamdana wê teqînê ranegihandiye.

Ev demeke tevgerên çekdarên DAIŞê li derdora parêzgeha Kerkûkê zêde bûne, şevê din jî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke zêrevanên zeviyê petrol Xebaze kirin.

N.O