Alozî di navbera Heşda Şeibî û artêşê de derket

Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Neynewayê ragihand, îro alozî û pevçûn di navbera çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê de li başûrê rojhilatê Mûsilê derketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Neynewayê ragihand, îro alozî û pevçûn di navbera çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê de li başûrê rojhilatê Mûsilê derketin.

Wî jêderî ji “Şefeq News” re gotiye, leşkerên Iraqî dema gihêştin nava bajarokê Hemdaniyê li başûrê rojhilatê Mûsilê, teqe bi esmanê de kirin, ew yek jî bû cihê nerazîbûna çekdarên lîwaya 30 ya Şebekên nava Heşda Şeibî, loma rêgirî li derbasbûna leşkeran kirin.

Jêder diyar kir jî, piştî daketina leşkeran ji otombîlan bi dev alozî di navbera her du aliyan de derket û piştre her aliyekî demekê teqe kirin, lê ti ziyaneke canî nabû.