Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Firokxaneya Şamê kir

Îsraîlê bi mûşekan Firokxaneya Şamê ya Navdewletî armanc girt, Sûriye jî dibêje ku wê hejmarek ji mûşekan rûxandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîlê bi mûşekan Firokxaneya Şamê ya Navdewletî armanc girt, Sûriye jî dibêje ku wê hejmarek ji mûşekan rûxandine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî demjimêr 22:00 hejmarek ji mûşekan ku tê pêşbînîkirin ku ji Îsraîlê avêtibin li nêzîkî Firokxaneya Şamê ya Navdewletî ketinê, di encamê ziyanên madî yên mezin bûn.

Ji aliyê xwe ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, Îsraîlê êrîşî Firokxaneya Şamê ya Navdewletî kir, lê sîstemên wê yên berevaniya esmanî karîn hejmarek ji mûşekên Îsraîlî jinav bibin.

Roja 4ê vê mehê jî firokeyên şer ên Îsraîlê devera di navbera bajarokê Misyaf û Wadî Iyon ya parêzgeha Hemayê û bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê bombebaran kirin, ku pêgehên hêzên Îranî li deverê hene.

Demek e firokeyên Îsraîlî pêgehên leşkerî li Sûriyê bombebaran dike û dibêje ew navendên Îranî yên li Sûriyê armanc dike. Artêşa Israîlî berî çend rojan ragihand, ku firokeyên wê di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûriyê kirine.

 

S. B