Belgenameya mafên pêkhateyan di dewleta Kurdistanê tê pesendkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Bilind a Referandûmê radigihîne, dewleta dahatûyî ya Kurdistanê, welatekî komarî dibe û mafê tevahiya pêkhateyan tê de berceste dibe.
Endamê Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Xelîl Îbrahîm ligel nûnerên pêkhateyên Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî ragihand: “Pêkhate di hikûmraniya dewleta Kurdistanê ya serbixwe de dibin hevbeşê rasteqîne.”
Herwiha aşkere kir jî, mafê pêkhateyan di dewleta Kurdistanê de parastî ye û belgenameya mafê pêkhateyan ku ji 15 xalan pêk tê, di parlemantoya Kurdistanê de pesend dibe.